Fermandarê giştî yê YPGê: Rûsya soz daye 155 nûnerên Kurdan li Sochi amade bin

Sîpan Hemo: Tevî nerazîbûna Tirkiyê, berpirsên Rûsî soz dan ku 155 nûnerên Bakurê Sûriyê ku Kurd jî di nav de hene, tevlî Kongirê Diyaloga Niştimanî Sûrî li Sochi bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandarê giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihand, Rûsya soz daye wan ku 155 nûnerên Bakurê Sûryê di Kongirê Diyaloga Niştimanî Sûrî de beşdar bibin.

Fermandarê YPGê ji ajanseke nêzîkî PKKê re got: "Me bi berpirsê wezareta berevanî û istîxbarata Rûsya re hevdîtin kirine û tevî nerazîbûna Tirkiyê, berpirsên Rûsî soz dan ku 155 nûnerên Bakurê Sûriyê ku Kurd jî di nav de hene, wê tevlî Kongirê Diyaloga Niştimanî Sûrî li Sochi bibin".

Biryar e di 29 û 30ê meha bê de, kongirê Diyaloga Niştimanî Sûrî li Sochi bê lidarxistin.