Heşda Tirkmenî gundên Kurdan li Xurmatûyê topbaran dikin

Li gor hejmarek ji çalakvanên derdora Xurmatûyê, şeva bûrî mîlîşyayên Heşda Tirkmenî gundên Kurdî li zincîreya bilindahiyên Henjîre li nêzîkî Xurmatûyê topbaran kirin.

K24  - Navenda Nûçeyan

Li gor hejmarek ji çalakvanên derdora Xurmatûyê, şeva bûrî mîlîşyayên Heşda Tirkmenî gundên Kurdî li zincîreya bilindahiyên Henjîre li nêzîkî Xurmatûyê topbaran kirin.

Wek çalakvanan belav kirine, derenga şeva bûrî Heşda Tirkmenî li qezaya Xurmatûyê li başûrê Kerkûkê gundên bilindahiyên Henjîre topbaran kirin, lê ta niha ti zanyariyek derbarê ziyanên wê topbaranê de nehatine zanîn.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û êrîşkirina Heşda Şeibî li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi hezaran welatên Kurd ji tirsa kiryarên Heşda Şeibî ji wan navçeyan koçber bûn.

Herwiha beşek mezin ji welatiyên Kurd ên qezaya Xurmatûyê berên xwe dabûn bilindahiyên Henjîre.