6 sal in, berpirsiyarên 34 qurbaniyên Roboskiyê nehatine aşkerekirin
Di ser bûyera Roboskiyê de 6 sal derbas bûn. Hîn jî berpirsiyarên 34 qurbaniyan nehatine aşkerekirin. Parêzerên malbatên qurbaniyan, serî li hemû rêyên hiqûqa Tirkiyeyê dan lê ji ber ku tu encamekê bi dest nexistin, ji par ve serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane.
K24 – Şirnex
Di ser bûyera Roboskiyê de 6 sal derbas bûn. Hîn jî berpirsiyarên 34 qurbaniyan nehatine aşkerekirin. Parêzerên malbatên qurbaniyan, serî li hemû rêyên hiqûqa Tirkiyeyê dan lê ji ber ku tu encamekê bi dest nexistin, ji par ve serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane. Hiqûqnas dibêjin, heger biryareke erênî ji Ewropayê were dayîn dê hinek be jî êşa malbatan kêm bibe.
Li Gundê Roboskiya bi ser Qilabana Şirnexê ve; di 28'ê Kanuna 2011'an de 19 ji wan zarok, 34 kesên ku di navbera Bakur û Başûr de bazirganiya sînorî dikirin, di encama êrîşeke bombeyi de hatin kuştin. Ji wê rojê û heta îro, di derbarê bûyerê de tu zelaliyek pêk nehatiye. Hiqûqnas Mihemed Emîn Aktar jî parêzerê doza Roboskiyê bû. Aktar dibêje; navê vê lêpirsînê bûye lênepirsîn û ev bûyera ku bi her awayî aşkere ye, nayê zelalkirin.
Hiqûqnas Mihemed Emîn Aktar ji K24ê re got: "Tirkiyeyê li gorî hiqûqa xwe, ev mesele nixamtiye. Dewletê, pratîkeke bêcezayiyê li dar xistiye. Ji salên 90'î ve tişta ku me ditiye ev e. Em dibînin ku kesên li Kurdistanê li ser navê dewletê li hemberî Kurdan tawanan dikin, nayên cezakirin."
34 parêzerên 34 kes qurbaniyan, ji Dadgeha Qilaban, Diyarbekirê, Dadgeha Leşkerî, Dadgeha Makezagonê û parlementoya Tirkiyeyê tu encam negirtin û doz birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê lê parêzer Selahedîn Çoban dibêje; ji ber meseleya penaberan a di navbera Tirkiye û Ewropayê de hiqûq di bin siya siyasete de maye lê em naxwazin hêviya xwe ji edaleta Eropayê jî qut bikin.
Parêzer Selahedîn Çoban dibêje: "Ji ber ku li ser penaberan hinek dan û stendin tên kirin, hinek bazar û hevdîtin pêk tên. Bandoreke zêde ya dîplomasî û lobiya Tirkiyeyê jî li ser Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê heye. Ji ber vê yekê jî fikarên me hene. Lê em dixwazin ji hiqûqê bawer bikin."
Ji ber ku berpirsên bûyera Roboskiyê hîn jî nehatine diyarkirin, di 6 salan de hîn jî li Roboskiyê tiştek neguheriye. Li gundê Roboskiyê xema giran didome, libas bi rengê reş in, şahî, govend û dîlan li gund nayên kirin. Gelek malbatan navên zarokên xwe yên qurbanî li zarokên xwe yên nûhatî dikin. Bendewariya malbatên dilxemgîn ew e ku edalet cihê xwe bibine.