Fayiq: Biryara daxistina firokxaneyan a Ebadî ye
Telar Fayiq ji Kurdistan 24 re diyarkir, desthilata firokevaniya medenî ev biryar ne daye, lê Ebadî bi xwe ev biryar derxistiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Ebadî ji bo dû mehên din qedexeya li ser firokxaneyên herêma Kurdistanê dirêj kir. Li ser vê pirsê, Rêvebira firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayiq ji Kurdistan 24 re diyarkir, desthilata firokevaniya medenî ev biryar ne daye, lê Ebadî bi xwe ev biryar derxistiye.
Herweha Peyvdarê Wezareta veguhestin û gehandinê yê hikumeta herêma Kurdistanê tekez dike ku, daxistina firokexaneyan bûye pirsek siyasî.