Britanya: diyalog çareya bîngehîn ji bo Hewlêr û Bexdayê ye

Alistair Burt tekez kir ku Brîtanya diyalog û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi çareya bingehîn a pirsgirêkan dide zanîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê hikumeta Brîtaniya ji bo Rojhilata Navîn û bakûrê Efrîqiya Alistair Burt tekez kir ku Brîtanya diyalog û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi çareya bingehîn a pirsgirêkan dide zanîn.

Di nameyekî de ji bo berpirsê karûbarê derve yê herêma Kurdistanê, Alîkister Bêrt eşkere dike ku, Brîtanya digel Netewên Yekbûyî û Amerîka kar dike ku her dû alî dest bi danûstandinan bikin û ji aloziyan dûr bikevin.

Herweha navborî dilgiraniya welatê xwe ji aloziyan tekez kir, û destxweşî û pêşwazî li amadebûn a hikumeta herêma Kurdistanê ji bo danûstandinan di çarçoveya Destûrê de kir, û bi gavekî erênî binav kir.