DAIŞê li Qeretepe serokhozek kuşt û topbarana artêşa Iraqê kir

Li bajarokê (Xêde)yê ser bi qeza Daqûq ve li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê hêzên Iraqî topbaran kirin û wan jî bersiva DAIŞê dan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din, li sînorê Qeretepe û qezaya Hewîce û qezaya Daqûq, çekdarên DAIŞê hejmarek kiryar li dijî hêzên emnî yên Iraqî û milîsên Heşda Şeibî encam dan.

Li gorî zaniyariyên çalakvanên Kurd û xwebexşan, duh demjimêr 09:00ê şevê, çekdarên DAIŞê girtin ser gundê ('Ewamir)yê ser bi bajarokê Qeretepe ve, û serokhozek bi navê (Mihemed Hemîd Salih Cibûrî) kuştin û piştî hatina hêzên Iraqî şer di navbera wan û çekdarên DAIŞê de qewimî.

Her di wê çarçoveyê de, duh demjimêr 08:20ê şevê li nêzîkî gundê (Tariqiye)yê ser bi qeza Hewîce ve, mayinek bi otombêleke çekdarên Heşda Ebasî ve teqiya û di encamê de çekdarek bi navê (Ehmed Ebûd) hat kuştin û du çekdarên din jî birîndar bûn.

Çalakvanan ew jî belav kirin, ku li bajarokê (Xêde)yê ser bi qeza Daqûq ve li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê hêzên Iraqî topbaran kirin û wan jî bersiva DAIŞê dan.