Bi vîdyo.. Li Sûra Diyarbekirê xanî tên herifandin

Ji 725 xaniyan wê destpêkê 80 xanî bên herifandin û piştî 10 rojên din wê xaniyên din jî bên herifandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li ser fermana wezareta jîngehê ya Tirkiyê, xaniyên li Çiyayên Çilan  nêzîkê Pira Deh Derî tên herifandin.

Bi bihaneya ku ew xanî li nêzîkî şûnwaran û cihên pîroz hatine avakirin û yasayên avakirinê binpê kirinê, şaredariya Sûrê dest bi wêrankirina wan kiriye.

Ji 725 xaniyan wê destpêkê 80 xanî bên herifandin û piştî 10 rojên din wê xaniyên din jî bên herifandin.

Xaniyên li Çiyayên Çilan di dema ku şaredarî di destê DBPê de bû hatibûn avakirin.

Berî niha jî serokê şaredariyê Ebdella Demîrbaş û 12 kesên din hatin girtin, bi tohmeta ku wan kesan, pereyên ji mifaya çêkirina wan xaniyan derxistine, ji PKKê re şandine.