"DAIŞ dest bi tevgerê kiriye"

"Çekdarên DAIŞê, ku li Hewîce belav bûne, li navçeyên asê yên Hemrîn û di navbera Diyala û Selahedîn û çend navçeyên din de, xwe amade dikin û tevgera wan zêde bûye".

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê encûmena parêzgeha Selahedîn Mele Hesen, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku bi sedema nemana hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê piştî bûyerên 16 Cotmeha derbasbûyî, valahiyeke emnî li wan navçeyan çêbûye û çekdarên DAIŞê li çend navçeyan dest bi tevgerê kirine.

Mele Hesen got: "Piştî 16 Cotmehê, valahiyeke emnî mezin li navçeyên Kurdistanî çêbû, ku berê ewlehiya wan navçeyan, ji aliyê hêzên Pêşmerge û asayişa Herêma Kurdistanê ve dihat parastin û bê cudahî parastina hemû pêkhateyên wan navçeyan dikirin û nehiştin ew navçe bikevin destê DAIŞê de, lê mixabin niha valahiyeke emnî li wan navçeyan heye".

Got jî: "Careke din çekdarên DAIŞê, ku li Hewîce belav bûne, li navçeyên asê yên Hemrîn û di navbera Diyala û Selahedîn û çend navçeyên din xwe amade dikin û tevgera wan zêde bûye".

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bfff7fc4-dea2-47b9-9f01-89357e8ebeff/Mala%20Hasan.ism/manifest