Sûrya: Amerîka hejmarek ji serkirdeyên DAIŞê ji Dêra Zorê ber bi Hesekê ve biriye
Hikûmeta Sûriyê: Li navçeyên di bin destê HSDê de hejmarek ji birîndarên DAIŞê hatine dermankirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa Sana ya fermî ya hikûmeta Sûryê belav kiriye, ku hejmarek ji firokeyên Amerîkî rojên Çarşem û Pêncşema derbasbûyî operasyoneke daxistina ezmanî li bakurê gundewarê Dêra Zorê encam dan û hejmarek ji serkirdeyên DAIŞê li gel xwe birin û ew firoke li navçeyên di bin destê Hêzên Sûrya Demokrat de daketin.
Li gorî ajansa navhatî, her di vê mehê de firokeyên Amerîkî 47 serkirdeyên DAIŞê ji bo başûrê Hesekê veguhestibûn, dema ku ew çekdar ji ber êrîşên hikûmeta Sûryê li rojavayê çemê Firatê direviyan û piştre li navçeyên di bin destê HSDê de hejmarek ji birîndarên DAIŞê hatin dermankirin.