Wezareta tendirustiyê lîstek bi navên fermanberên xwe dişîne Bexdayê
Li gorî amarên bayometiriyê, bêtirî 52 hezar fermanberên wezareta tendirustiya Herêma Kurdistanê hene.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê wezareta tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir, ji Kurdistan24ê re ragihand, komîteyeke hevbeş di navbera wezareta tendirustiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê de, ji bo hûrbînîkirin di mûçeyên fermanberên wezareta tendirustiya Herêma Kurdistanê de hatiye pêkanîn.
Dr. Xalis Qadir diyar kir, ku biryar e lîstek bi navên fermanberên wezareta tendirustiyê were amadekirin û bi riya nûnerên wezaretê ji bo Bexdayê bê şandin.
Li gorî amarên bayometiriyê, bêtirî 52 hezar fermanberên wezareta tendirustiya Herêma Kurdistanê hene.