Demîrtaş bo Almanya: Li Tirkiyê ne tenê AK-Partî heye
Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş bang li Almanyayê dike, Tirkiye bes AK-Partî nîn e. Ji bilî AK-Partî bi milyonan mirov hene dixwazin derbasî demokrasiyeke bêkêmasî bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş bang li Almanyayê dike, Tirkiye bes AK-Partî nîn e. Ji bilî AK-Partî bi milyonan mirov hene dixwazin derbasî demokrasiyeke bêkêmasî bibin.
Selahatîn Demîrtaş ku ji 5ê meha Mijdara 2016an ve bi egera endamtiya rêxistina terorê di zîndanê de ye, ji rojnameya Almanî Bîldê re axivî û ji Almanyayê daxwaz kir ku, bila di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de piştgiriya pêşketina maf û azadiyên li Tirkiyeyê bike.
Demîrtaş got jî, nabe Almanya li dijî endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê derkeve. Lewra Tirkiye bes AK-Partî nîn e. Ji bilî AK-Partiyê milyonan mirov hene ku dixwazin derbasî demokrasiyek bêkêmasî bibin û jiyanek mirovane bijîn.
Divê Almanya digel Tirkiyeyê bi helwestek zelal û bibiryar danûstandinan bike û biryara xwe ya dawî bide.
Pêwendiyên Tirkiyê û welatên Yekîtiya Ewropa û rojava bi giştî, gelekî xirab bûne û hiştiye ku gelek rexne li Enqera bên kirin. herî dawî Şêwirmendê Nemsa Sebastian Kurz gotibû bi sedema binpêkirinên Tirkiye li beramberî mafên mirova û azadiyên bingehîn, cihê Tirkiyê li nav Yekîtiya Ewropa nîn e.