Erdogan: Me çi bi DAIŞê kir, bi PYDê jî dikin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, welatê wî çi bi serê DAIŞê anî, dê heman tiştî li dijî Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de jî bîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, welatê wî çi bi serê DAIŞê anî, dê heman tiştî li dijî Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de jî bîne.
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştiyê AK Partiyê li Sînopê di 6emîn kongreya asayî ya partiya xwe de di gotarekê de ragihand, ew bi tekezî aramiyê li navçeyên sînorî yên bi sînorê welatê wî re diçespînin. Wek amajeyekê bi hebûna PYD li herêmên Rojavayê Kurdistanê.
Herwiha got: “Dema her du bajaran Efrîn û Minbicê yên li parêzgeha Helebê ji teroristan pak bikin, wê demê dê xwediyên wê yên rastî vegerin malên û milkên xwe. Piştre aramiyê li hemû navçeyên sînorê me diçespînin, ji Girê Spî û ta Serê Kaniyê, ji ber ku navçe ji me re gef in.”
Di beşeke din a gotarê de Erdogan behsa biçekirina hêzên Kurdî ji aliyê Amerîka ve kir û got: “Ji dema ku min soz ji Amerîka ve biriye, ku çek nade wê rêxistinê, zêdetir ji 4 hezar barhilgirên bi çek û zirîpoş gihêtine wê hêzê.”
Herwiha Erdogangot jî: “Amerîka ne tenê ew çek li ser dirêjehiya sînorê me bi Sûriyê re belav kirine, lê beşek ji budceyê ji bo wê mebestê terxan kiriye. Amaje bi wê jî kir, ew biçekirin dibe sedema gurbûna wê hêzê.”
Li ser wê hevahengiya di navbera Amerîka û hêzên Kurdî de, Erdogan bi nîgeranî got: “Em çi bikin, dema ew welat (Amerîka) naxwaze bi me re kar bike? Ew baştir bi berjewendiya xwe dizane, lê divê her kesê li navcê wê rastiyê qebûl bike, ku emê wê rêxistinê jinav bibin.”
Diyar kir jî, ew dixwazin wek çawa ligel Rûsya û Îranê kar dikin, ligel Amerîka kar bikin, lê pirsgirêk li ser dixwaza Amerîka a karkirina bi wan re radiweste.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan demek e gefê birêvebirina operasyonekê li dijî Efrînê dixwe û û firokeyên bê firokvan jî li esmanê Efrînê digerîne, ji bilî ku hin caran jî gundên Efrînê topbaran dike.