Aliyên siyasî yên Rojava derbarê beşdariya li Sochiyê de hevnerîn in

Biryar e Kongreya Diyaloga Niştimanî ya taybet bi krîza Sûriyê di dawiya meha bê de li bajarê Sochiyê ya Rûsyayê bi rê ve biçe, lê ta niha ti vexwendin ji bo beşdariya Kurdan di kongirê Sochiyê de nehatiye. Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê derbarê beşdariyê de hevnerîn in û tekez dikin, divê Kurd di bin navê hêza xwe ya siyasî de beşdar bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Encûmena Fedralizma Bakurê Sûriyê Fewza Yûsif derbarê başdariya li Sochiyê de ji K24ê re got: “Tevlîbûna tenê wek kes nîn e, ne tenê ku ti fêde wê tune be, lê di nêrîna me de heta zerara wê dê hebe. Wek Cenêvê, Kurd lê amade ne, lê di cewher de hebûna wan nîn e. Heger bi navê nasnameyeke siyasî be, di bin navê keyanekî siyasî de tevlîbûna Kurd çê bibe, dê roleke wê ya sereke çê bibe.”  

Ji aliyê xwe ve, endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Mihemed Îsmaîl got: “Heta niha ne diyar vexwandname bi çi awayî hatine, hejmar jî çend e. Tê gotin ku du komît çê bibin, yek ji bo hilbijartinê, yek jî ji bo yasa û destûrê û pirsa destûrê ji bo me girîng e, ku amadebûna Kurdan tê de hebe. Lê heger vexwandname bi ENKSê be yan bi navê qewareyên siyasî bin, jixwe em wiha dixwazin, lê heger bi navê kesan be jî, divê postê wî kesî bê nivîsandin.”

 Di çend rojên bûrî de, gelek daxuyanî derbarê beşdariya Kurd di Sochiyê de ji aliyê Tirkiye û Rûsyayê ve hatine derketin. Rûsya soz da YPGê ku dê Kurd beşdar bibin, Lê Tirkiye dibêje, nabe PYD beşdar be.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1fac49bc-44ab-446f-bca1-44aae4225430/123017VXN.ism/manifest