Opozisyonê damezirandina Artêşa Niştimanî ragihand û armanca wê şerê HSDê ye
Artêşa Niştimanî ji sê feyleqan pêk hatiye û biryar e polîsên serbazî û dadgeheke serbazî jî pêk bînin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta berevaniyê di hikûmeta demkî ya opozisyona Sûryê de, damezrandina Artêşa Niştimanî ya Sûryê ragihand û yek ji armancên wê şer li dijî Hêzên Sûrya Demokrat e.
Duh li bajarokê Îzazê Artêşa Azad ya Sûryê bi tevahiya yekîneyên xwe yên ku li bakur û rojhilatê Helebê dimînin civiya, û di wê civînê de serokê hikûmeta demkî Ehmed Ebû Heteb jî amade bû.
Di daxuyniyekê de, wezareta berevaniyê di hikûmeta demkî de, damezirandina Artêşa Niştimanî ya Sûryê ragihand, ku armanca wê şerê li dijî rêjîma Sûryê, çekdarên DAIŞê herweha Hêzên Sûrya Demokrat dibe.
Li gorî daxuyaniya wê hêzê, artêşa wan sê feyleqan li xwe digire û biryar e polîsên serbazî û dadgeheke serbazî jî pêk bînin.