Li Stenbolê 20 bergumanên din yên DAIŞê hatin girtin

Di nav bergumanan de, 15 kesên biyanî hene, herwiha di operasyonê de, dest li ser hejmarek ji belgeyên DAIŞê hat danîn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro berbangê asayişa Stenbolê li dijî wan kesên ku gumana pêwediya wan bi DAIŞê re heye, operasyonek berfireh hat kirin. Di encamê de 20 kesên berguman hatin girtin û ji wan 15 kes biyanî ne. Herwiha di operasyonê de, dest li ser hejmarek ji belgeyên DAIŞê hat danîn.

Bi nêzîkbûna pîrozbahiyên sersalê, operasyonên li dijî alîgirên DAIŞê berfireh dibin.

Sala derbasbûyî li bajarê Stenbolê, di encama êrîşa endamekî DAIŞê de 39 welatî hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.