Tirkiye di bin bergiriyên ewlehiyê de sersala nû pêşwazî dike

Tirkiye sersala nû di bin zêde bergiriyên ewlehiyê de pêşwazî dike. Beriya sersalê li seranserê Tirkiyê bi beşdarîbûna hezaran hêzên asayîşê, operasyon tên lidarxistin. Li metrpolên mezin yên Tirkiyê jî ji bo pîrozbahiyên sarsalê bergiriyên ewlehiyê hatine zêdekirin.

K24 – Enqere

Tirkiye sersala nû di bin zêde bergiriyên ewlehiyê de pêşwazî dike. Beriya sersalê li seranserê Tirkiyê bi beşdarîbûna hezaran hêzên asayîşê, operasyon tên lidarxistin. Li metrpoolên mezin yên Tirkiyê jî ji bo pîrozbahiyên sarsalê bergiriyên ewlehiyê hatine zêdekirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Li seranserê Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê bi beşdarîbûna 89 hezar hêzên asayîşê beriya pîrozbahiyên sersalê "Operasyona Aramiyê"tê kirin û heta niha hezar û 187 kes hatine girtin.

Li Stenbolê îsal zêdetirî 40 hezar ji hêzên ewlehiyê hatine belavkirin û li gelek qadên vekirî jî pîrozbahiya sersalê hate qedexekirin.

Li Paytexta Tirkiyê Enqerê jî nêzîkî 9 hezar û 700 endamên hêzên ewlehiyê li kolanên sereke û qadan hatine belavkirin, pîrozbahî dê bi lêgerîn û çavdêriya hejmarek zêde asayîşê de pêk bên.

Roja sersala bûrî, li Stenbolê li hola şahiyan a Reinayê êrîşeke terorî pêk hat. Piştî êrîşê hat diyar kirin ku 39 kes mirin, ji nava kuştiyan 24 kes geştiyarên ji welatiyên biyanî ne, herwiha 65 kes jî birîndar bûn.

Tirkiyê ku par sarsal di bin serma û berfê de pîroz kir, îsal piraniya bajarên Tirkiyê hewa xweş e, lê belê wekî her car dîsa bajarên Kurdistanê di bin barîna berfê de sersala nû dê pêşwazî bikin.