Erdhejek din li parêzgeha Helebçe da
Erdhej demjimêr 1:59 berbanga îro bi hêza 3.3 pile bi pîvana rexter qewimî.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêvebiriya Keşnasî û Erdhejan ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku ew erdhej demjimêr 1:59 berbanga îro bi hêza 3.3 pile bi pîvana rexter qewimî.
Dezgeha navhatî di daxuyaniyekê de zelal kir, ku erdhej bi kurahiya 8 kîlometran di bin zemînê de çêbûye û ti zaiyanên canî û madî ji wê nebûne.
Şeva 12ê Mijdara derbasbûyî, erdhejek li tevahiya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê da û zêdetir ziyan li bajarê Helebçe û derdora wî û li bajarokê Derbendîxan kir.
