Li Stenbolê Kurdistana Biçûk
Dikandarên Kurd di nava bazarê de Kurdistanek Biçûk ji xwe ava kirine
K24 - Stenbol
Li bajarê Stenbolê bi milyonan Kurd dijîn. Welatiyên Kurd li çar aliyê bajêr belav bûne. Niştecihên Kurd, li vê metropolê li çendîn deveran Kurdistanên biçûk ava kirine. Yek ji deverên ku Kurd lê kombûne, Bazara Jinan a taxa Fatîhê ye. Li vê bazarê xwarinên ku ji Kurdistanê tên, bi destên dikandarên Kurd tên firotin.
Bazara jinan nêzîkî 100 sal berê hatiye avakirin. Li destpêkê jinên macir destkariyên xwe yên ku li malan çêdikirin, lê vê bazarê difrotên. Lê niha li vê bazarê ne ciwankariya jinan ne jî firoşkarên jin mane. Ji jinan tenê navê wan maye.
Niha li vê bazarê, zêdetir xwarinên ku ji bajarên Kurdistanê tên, ji aliyê dikandarên Kurd ve tên firotin. Her ciqas ev der Kurdistana biçuk be jî, dikandar her tim bêriya welatê xwe dikin.
Yek ji dikandarên wê bazarê ji peyamnêrê K24 re got: “Axa me, welatê me em jî bîr nakin. Xwezî em careke din vegerin welatên xwe, wê çaxê mirin heq dibe.
Dikandarekî din diyar dike ku “Em ji Sêrtê ji bo şiqulê hatin vira. Ji bo zarokên xwe nanekî helal bibin, em li vê derê dixebitin.”
Penêrê Wanê, fisteqên Sêrtê, buryana Bedlîsê û hingivê Colemergê…
Welatiyên ku dixwazin xwarinên organîk û bi tam buxwin tên vê bazarê. Di nav baldarên bazarê de hemû miletên ku li Stenbolê dijî hene.
Xwedanê dikanek din li heman bazarê ku re jî Kurd de tîne ziman ku “Em danûstendina xwe li vê derê dikin. Ev der ji me re Kurdistana biçuk e. Li vê derê bêhna me derdikeve.”
Ji bo kesên ku bêrîya xwarinên welat kirine, yan jî dixwazin bîhneke ji Kurdistanê bistîne têne wê bazarê.