PWK: DEM Partî dixwaze partiyên Kurdistanî bo siyaseta xwe bi kar bîne
Diyarbekir (K24) – DemPartiyê li Diyarbekirê bi partiyên kurdî re derbarê pêvajoya çareseriyê de civînek li dar xist. DemPartiyê amaje kir ku ew dixwazin di pêvajoya çareseriyê de bi hemu partiyên kurdan re wêneyeke yekîtiyê dirust bikin, beşek ji partiyên Kurdistanî jî beşdarî civînê nebun û amaje kirin ku pêvajoya niha di meriyetê de ye tenê di navbera îmralî û dezgeha hewalgiriyê re dimeşe û ji çareseriya pirsa kurd dur e ku DemPartî dixwaze partiyên kurdistanî bi siyaseta xwe bi kar bîne.
Di çarçoveya wergirtina nêrîn û pêşniyarên derbarê pêvajoya çareseriyê de DemPartiyê li Diyarbekir bi Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye, Partiya Însan û Azadî, Partiya Komunîsta Kurdistan, Partiya Azadî û rêxistinên kurdistanî re civînek li darxist. Hevserokê DemPartiyê Tuncer Bakirhan amaje kir ku ew dixwazin rexne û pêşniyarên hemu aliyan ên derbarê pêvajoyê werbigrin. Beşdarên civînê jî anîn zimên ji bo ku pêvajo bibe pêvajoya çareseriya pirsa kurd divê mafên rewa yên kurdan werin rojevê û werin nasîn.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê Mehmed Emîn Kardaş ragihand: “Mafên Kurdan ne ev e, mafên kurdan dewletbun e, ziman e , ax e, serxwebun e, kurd bi civînên wisa werin cem hev û ramanên xwe bi hevre parve bikin baş e.”
Hevsrokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Selçuk Mizrakli jî ragihand: “Tiştek gelek baş e ku aliyên xema wan , pêşeroja wan û êşên wan yekbin werin cem hev, piştî ku armanca me yek be ne girîng e ku em lez an jî giran dimeşin, em li ser esasê biratiyê û hiquqê dixwazin pêvajoyê bimeşînin, siyaseta kurd di warê yekîtiyê de gelek xebat meşandiye, gavên wisa gelek hatine avêtin, hêvî dikim encamek baş derkeve. divê berî heri tiştî gavên hiquqî û demokratîk werin avêtin”
Partiyên Kurdistanî yên ku bo civînê hatibun vexwendin û tevlî civînê nebun jî bal kêşandin ku pêvajoya niha dimeşe ji çareseriya pirsa kurd dur e û DemPartî dixwaze partiyên kurdistanî bo siyaseta xwe bi kar bîne.
Berdevkê Partiya Wwelatparêzên Kurdistanê Cano Amedî jî got: “Em rast nabînin ku partiyên kurdistanî wek aksesuar werin bikaranîn, dixwazin siyaseta îttîhat terakkî ya sed sal berê wek ziya gokalp gotî bimeşînin, pirsa kurd naynin rojevê, ji ber wê me vexwendina wan red kir.”
Aliyên Kurdistanî yên tevlî civînê nebuyîn dibêjin pêvajoya ku niha dimeşe ne pêvajoya çareseriya pirsa kurd e, DemPartî jî dibêje qonaxa yekê çekdanîna PKKê bu ku ya duyem de dê mafên kurdan werin rojevê û bo vê ew dixwazin nêrîn û daxwazên hemu aliyên kurdî bistînin.