Berfê riya 411 gundên Bakur girtiye

Ji ber rewşa hewayê li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê riya 411 gundan hatiye girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber rewşa hewayê li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê riya 411 gundan hatiye girtin.

Li bajarên herêma Serhedê yên wekî Qers, Erdexan û Erziromê ji ber barîna berfa zêde riya 411 gundan hatiye girtin. Li gelek cihan wesaît û otombîl nekarîn kar bikin û di nava riyan de man.

Li gor pisporên keş û hewayê dê rewşa awarte ya hewayê çend rojên din jî berdewam bike. Pileya germahiyê li bajarê Erziromê bi 2 pileyan daketiye bin sifirê.