Li Kerkûkê sê çalakvanên Kurd hatin girtin

"Sedema serekî ya girtina hersê çalakvanan ew e, ku ew li dijî erebkirina Kerkûkê û dagîrkirina zevî û malên Kurdan rawestiyan e".

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro hejmarek çalakvanên Kurd ku navê "Tevgera Mafên Kurd" li xwe kiribûn, li dijî siyaseta erebkirina Kerkûkê, ku ji aliyê parêzgarê niha yê Kerkûkê Rakan Seîd ve tê encamdan, mangirtinek encam dan, di dema mangirtinê de, polîs û hêzên emnî li wan kom bûn û bi darê zorê ew ji hev belav kirine û sê çalakvanên bi navên Edhem Cûm'e, Rizgar Cum'e-ku herdu bira ne- û xotrekî din bi navê Metîn desteser kirin.

Zanyar Cum'e ku herdu birayên wî ji aliyê hêzên emnî yên Iraqê ve li Kerkûkê hatine girtin ji Kurdistan24ê rê re ragihand: "Tevî ku hêzên emnî bi bihaneya nebûna moleta xwepêşandanê ew desteser kirine, lê sedema serekî ew e, ku ew li dijî erebkirina Kerkûkê û dagîrkirina zevî û malên Kurdan rawestiyan e".