Pêla nû ya berfê li serhedê dîsa rêyên gund û nevçeyan girt

Pêla nû ya berfê li Serhedê dibe sedema girtina rêyên gund û navçeyan. Pêla nû ya berfê şeva 2’ê Rêbendanê (Çileyê) li herema Serhedê dest pê kir.

K24 – Wan

Pêla nû ya berfê li Serhedê dibe sedema girtina rêyên gund û navçeyan. Pêla nû ya berfê şeva 2’ê Rêbendanê (Çileyê) li herema Serhedê dest pê kir.

Li gor agaiyên destpêkê, ji ber berfê, heta niha rêyên 88 gundên serbi 4 navçeyên Wanê ve û 11 gun û 24 mezrikên serbi Colemêrgê ve hatine girtin. Rêvebiriya keş û hewayê ya Turkiyeyê hişyarî dide ku hêjmara bajêr, navçe û gundên rêyên wan bên girtin dê zêdetir bibe.

Şaredariya Mezin ya Wanê jî ragihandiye ku ji bo vekeirina rêyan tîmên wan di xebat û hewldanandene.

Dîsa li Wanê seferên firokeyan jî rojekî hatiye beta kirin.