Çavuşoglu: PKK çek berde, pêvajoya aştiyê dikare destpêbike

Çavuşoglu got, danîna çekan mercê destpêkirina pêvajoya aştiyê ye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîna xwe ligel ajansa almanî DPA de, ji derveyî pêwendiyên Berlin û Enqereyê bersîva destpêkirina pêvajoyek aştiyê ya nû jî anî ziman.

Liser pirsa ajansê girêdayî pêvajoya aştiyê Çavuşoglu diyarkir ku, ger PKK dev ji çekan berde, pêvajoya aştiyê dikare were rojevê. Herweha anî ziman ku, danîna çekan mercê destpêkirina pêvajoya aştiyê ye.