Akşener, AK Partî bi damezrandina hêzên çekdar tometbar dike

Akşener got, saziyek heye bi navê SADAT, qaşo rawêjkariya ewlekarî û parastinê dike, lê rola wan derxistina aloziyê ye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka Partiya Baş (IYI Parti) dibêje, desthilata Tirkiyê di bin navê ewlehiya hilbijartinê de, mîlîşeyên çekdar amade dike û dixwaze kargeriyê li hilbijartinan bike.

Seroka Giştî ya Partiya Baş Meral Akşener,  daxuyanî da rojnameyeke Tirkiyê û got, Hikûmeta AK Partî qaşo bi navê ewlekariya hilbijartinan,  Navendên Rahênana Hilbijartinê saz kirin e û li wan deran perwerdeya çekdarî tê dîtin.

Da zanîn, di demên dawî de, ji bilî hêzên ewlekarî, hinek kes bi çekên giran û unîformên serbazî dadikevin meydanan û li gor agahiyan li Konya û Tokatê, Kampên perwerdehiya çekdarî hatine dirustkirin.

Akşener got, saziyek heye bi navê SADAT, qaşo rawêjkariya ewlekarî û parastinê dike, lê rola wan derxistina aloziyê ye û dixwazin welatiyan bitirsînin ku, neçin sindoqan û çi encam dixwazin ji hilbijartinan derbixin.