Şandeke Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Îro şandeke hevbeş a Wezareta Tenduristî û Perwerde yên hikûmeta herêm diçe Bexdayê û ligel berpirsên Bexdayê lîsta mûçeyên fermanbarên wan her du wezaretan guftûgo dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro şandeke hevbeş a Wezareta Tenduristî û Perwerde yên hikûmeta herêm diçe Bexdayê û ligel berpirsên Bexdayê lîsta mûçeyên fermanbarên wan her du wezaretan guftûgo dikin.

Rêvebira Giştî ya Plandanê di Wezareta Tenduristî de Viyan Mihemed ji K24ê re ragihand, îro Îro şandeke hevbeş a Wezareta Tenduristî û Perwerde yên hikûmeta herêm diçe Bexdayê û lîsta mûçeya fermanbarên her du wezaretan dibin, ji bo ligel wezaretê plandanan, perwerde û tenduristiyê yên Iraqê guftûgo bikin. biryar e jî siba li Wezareta Plandananê ya Iraqê civîn di navbera şanda her du aliyan bibe.

Ev di demekê de ye, berî demekê hikûmeta Iraqê daxwaz ji her du wezaretên tenduristî û perwerde yên Herêma Kurdistanê kiribû, ku lîsteyên mûçeyên fermanbaran bi hûrî birê bikin Bexdayê.