Keça DAIŞê ya Frenisî ji aliyê HSDê ve hate girtin

Li gor rojnameyeke Frenisî , Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) keça Frensî ya bi navê Emily Koenig ku temenê wê 33 sal in û yek ji keçên DAIŞê yên bi navûdeng e desteser kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor rojnameyeke Frenisî , Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) keça Frensî ya bi navê Emily Koenig ku temenê wê 33 sal in û yek ji keçên DAIŞê yên bi navûdeng e desteser kiriye.

Diya Emily Koenig ji rojnameyeke Frenisî re gotiye, keça wê bi riya telefonê ligel axiviye û jê re gotiye, ew li cem hêzeke Kurdî hatiye girtin. Herwiha diya Emily daxwaz ji desthilatdarên Frensayê kiriye, keça wê ligel sê zarokên wê yên ku li Sûriyê jidayik bûne vegerîne Frensayê

Emily Koenig roleke wê ya girîng di leşkerkirina keçan de li ser torên civakî yên DAIŞê hebû, ji sala 2012na ve berê xwe dabû Sûriyê û tevlî heman DAIŞê bûbû, û ji sala 2014 ve Netewên Yekgirtî navê wê xistibû lîsta çekderên herî metirsîdar û piştre jî Amerîka ew xiste lîsta reş de.