Çavuşoglu: Em bi PKKê re bazara pêvajoya aştiyê nakin
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu ragihand, wan ti şert û merc ji PKKê re danenane, ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çawûşoglu ragihand, wan ti şert û merc ji PKKê re danenane, ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê.
Mewlût Çawûşoglu li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” belav kir, wî di hevpeyvîna xwe ya digel DPAê de bi armanca destpêkirina pêvajoya aştiyê ti şert û merc ji PKKê re danenaye û ew nûçe derew e. Ew, digel PKKê bazarê nakin û dê heta dawiyê şer bikin.
Ajansa Nûçeyan a Alman DPA ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çawûşoglu hevpeyvîn kiribû. Li gor wê hevpeyvînê Çavuşoglu gotiye, ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê divê PKKê dest ji çekan berde.
Aliyên PKKê jî gelek caran li ser têkçûna pêvajoya aştiyê hikûmeta AK-Partiyê tohmetbar dikin.
Ji sala 2009an heta 2015an di navbera Tirkiye û PKKê de pêvajoyek bi navê çareseriyê bi rê ve çû. Di 20ê Tîrmeha 2015an de li navçeya Pirsûsê teqîn rû dabû 34 kes canê xwe ji dest dan. Pişt 2 rojên din jî bi kuştina 2 polîsên li navçeya Serekaniyê pêvajo ji nişkave têk çû.