“Qeyrana darayî û siyasî, yekxistina hêza Pêşmerge dereng xistiye”
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge radigihîne, ji ber qeyrana darayî û siyasî, proseya yekxistina hêza Pêşmerge dereng ketiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge radigihîne, ji ber qeyrana darayî û siyasî, proseya yekxistina hêza Pêşmerge dereng ketiye.
Di çarçova beşdariya di bernameya “Basî Roj” a K24ê de, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand, şert û mercên aloziya siyasî û qeurana darayî ya Herêma Kurdistanê, proseya yekxistina rêkxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dereng xistiye, lê tevî wê jî ew prose berdewam e.
Pirojeya yekxistin û birêkxistina Pêşmerge, projeyeke giştî û dem dirêj e, bi mebesta dubare rêkxistin û yekxistina hêzên Pêşmergên Kurdistan ye, ku ji 35 xalan pêk tê û ji aliyê Wezîreta Pêşmerge û welatên Amerîka û Birîtanya û Almanya serperiştiya wê tê kirin.
Qonaxa yekem a piroseya yekxistin û birêkxistina Pêşmerge bi cîkirina 5 xalên sereke ji berî mehekê ve derbasî warê bicîkirinê bûbû.