Hikûmeta Herêma Kurdistan nêzîkî 300 pizîşkan bikar dike

Pizîşkên hatine bikarkirin, derçûyên sala xwendinê 2016-2017an ji zanîngehên Herêma Kurdistanê ne

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî nivîseke fermî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, ku wêneyekî wê gihiştiye Kurdistan24ê, rezamendî hatiye dayin li ser bikarkirina nêzîkî 300 pizîşkan di wezareta tendirustiyê de.

Wekî ku di nivîsê de hatiye: "Li ser daxwaza wezareta tendirustiyê û ji ber pêwîstiya kerta tendirustî bi pisporên pizîşkî, me biryar daye ku derçûyên gera yekem yên kolêja pizîşkî, beşê (pizîşkiya giştî) ji sala xwendinê 2016-2017 ji zanîngehên Herêma Kurdistanê ku hejmara wan (289) pizîşk in, li ser mîlaka wezareta tendirustiyê bên bikarkirin".

Têksta nivîsa encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê
Têksta nivîsa encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê