Xortekî 2 xûşkên xwe kuştin
Peyamnêrê K24ê li Germiyanê ragihand, îro li qezaya Kalar xortekî du xûşkên xwe kuştin û zaveyekî xwe jî birîndar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Germiyanê ragihand, îro li qezaya Kalar xortekî du xûşkên xwe kuştin û zaveyekî xwe jî birîndar kir.
Raid Elî Cemal ji polîsa Germiyanê derbarê wê bûyerê de ji K24ê re ragihand, îro danê nîvro li taxa Sedmalî ya qezaya Kelarê, xortekî teqe li xûşk û zaveyê xwe dike, di encamê de du xûşkên xwe dikuje û zave jî birîndar dibe.
Got jî, piştî gihêştina mefrezeya 104 a Kalarê cihê bûyer, termên wan du xûşkan û zaveyê birîndar, ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û çareseriyên pêwîst ji birîndar hate kirin.
Amaje bi wê jî kir, heta niha ne diyar e sedema wê bûyerê çi ne û polîs dest bi lêkolînê bi tuhmetbar re kiriye.
.jpg)

