94 Malbatên çekdarên DAIŞê gihan kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê
Di nav wan malbatan de, 35 malbatên Çînî û Turkmanistanî, û 59 malbatên Iraqî hene ku hejmara tevahiya endamên wan 283 kes in
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêvebira kampa Holê Silava Şêxo ji ajanseke opozisyona Sûryê re ragihand, piştî ku hejmarek ji çekdarên DAIŞê yên biyanî, xwe radestî Hêzên Sûrya Demokrat kirin, 35 malbatên Çînî û Turkmanistanî, û 59 malbatên Iraqî ku tevahiya wan ji malbatên çekdarên DAIŞê bûn û hejmara wan 283 kes e, gihiştin kampa Holê û li wir hatin bicihkirin.
Berî niha medya nêzîkî HSD belav kiribû, ku di operasyona Bahoza Cezîrê de, nêzîkî 40 çekdarên biyanî yên DAIŞê xwe radestî wan kirine.