Çaksazî di wezareta Pêşmerge de destpê kir
Nazim Kebîr: Hin kes hene xwe kirine pasewan û niha şufêrên teksiyan e û li nav bazaran digerin, hin kesên din jî hene bi nav pasewan in û di nav rez û baxçeyan de kar dikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêvebirê ragihandin û hişyariya rewşenbîrî yê wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ragihand, kêmkirina pasewanên berpirs û baregehên partiyan, beşekî kêm e ji çaksaziyên wezareta Pêşmerge û li gorî pilana çaksaziyê, herdu yekeyên 70 û 80 yên hêzên Pêşmerge, wê têkevin bin fermana wezareta Pêşmerge.
Li ser vê yekê perlemanterekî Kurdistanê got: Rêxistina pasewanên berpirs û baregehên partiyan, wê bêtirî 30% ji rêjeya bindîwaran kêm bike.
Helgurd Hikmet ji Kurdistan24ê re ragihand: "Pirojeya çaksaziyê wê rêxistina yekeyên 70 û 80 jî li xwe bigire û di demeke nêzîk de, ti hêz ji derveyî fermana wezareta Pêşmerge namîne".
Derbarê pêdaçûnê li ser hejmara pasewanên berpirs û baregehên partiyan, cîgirê serokê komîta navxwe û asayişê di Perlemana Kurdistanê de Nazim Kebîr got: "Hin kes hene xwe kirine pasewan û niha jî şufêrê teksiyan e û li nav bazaran digerin, hin kesên din jî hene bi nav pasewan in û di nav rez û baxçeyan de kar dikin, lewra pêwîst e li gorî yasa û rênmayan, pêdaçûn û rêxistin ji pasewanên berpirs û baregehên partiyan re bê kirin".
Li gorî biryareke wezareta Pêşmerge, her lîwayek, sê pasewan û yek şufêr jêre tê danîn, ji bo her emîdekî du pasewan û yek şufêr, ji bo eqîd yek pasewan û yek şufêr û ji bo muqedem tenê yek şufêrî jêre tê danîn.