Heşda Şeibî birayê Pêşmergeyekî dikuje
Karê şufêrê teksiyê dikir, piştî ku sernişîn gihand Mûsilê, li nav taxa Gogcelî li Mûsilê, çend çekdarên Heşda Şeibî bêyî ti sedemekê êrîşî wî kirin û ew kuştin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Xortekî Kurdî akinciyê gundê Tureq yê ser bi bajarê Hewlêrê ve, ku karê şufêrê teksiyê dikir, piştî ku hin rêwî bi teksiya xwe gihand Mûsilê, di riya vegerê de ji bo Hewlêrê, di nav Mûsilê de, çend çekdarên Heşda Şeibî bêyî ti sedemekê êrîşî wî kirin û ew kuştin.
Mihemed Ebdilwehab birayê wî xortê kuştî ji Kurdistan24ê re, behsa çîroka kuştina birayê xwe kir û got: "Piştî ku serinşînên teksiya xwe li Mûsilê danî, li nêzîkî taxa Gogcelî dikeve nav qerebalixiyê de, li wir jî bingeheke Heşda Şeibî heye, ew jî ji ber qerebalixiya rê, otombêla xwe radiwestîne û ji piştve otombêleke din jêre li hornê dide, paşê ji nişkave çend çekdarên Heşda Şeibî ji wê otombêlê tên xwarê deriyê otombêla birayê min vedikin û teqeyê lê dikin ku di encamê de canê xwe jidest dide".