Sizaya 16 sal û 8meh zindankirin li Idrîs Balûken hat birrîn

Hevseroka HDPê: Dadgehê bi vê biryarê êrîşê HDPê kiriye û maf binpê kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Dadgeha Diyarbekirê, derbarê cîgirê serokê firakisyona HDPê di Perlemana Tirkiyê de Idrîs Balûken, biryara xwe da û bi tohmeta ku ew endamê PKKê ye, sizaya şazde sal û heşt meh zindankirin li wî birrî.

Piştî biryara dadgehê hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay civîneke rojnamevanî lidar xist û got: "Dadgehê bi vê biryarê êrîşê HDPê kiriye û maf binpê kiriye".

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/055ec119-1377-4cd3-8abf-241fe2dfc403/010418XYZ.ism/manifest