Tirkiye, Amerika bi destwerdana karên navxweyî tometbar dike
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê nerazîbûnek tûnd li dijî encama Doza Reza Zarrab nîşan da û Amerîkayê bi destwerdankirina karên navxweyî yên Tirkiyeyê tohmetbar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê nerazîbûnek tûnd li dijî encama Doza Reza Zarrab nîşan da û Amerîkayê bi destwerdankirina karên navxweyî yên Tirkiyeyê tohmetbar kir.
Li gor daxûyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Dadgeha Newyorkê bi belgeyên sexte tevgeriya ye û destwerdana karên navxweyî yên Tirkiyeyê kiriye. Biryara dadgehê şermeke hiqûqê ye û divê were sererast kirin.
Duhî Dadgeha Newyorkê biryar da ku, Cigîrê Rêvebirê Halkbankê Mehmet Atilla Ugur tometbarê şikênandina dorpêça Amerîkayê ya li dijî Îranê ye.