Qonaxa sêyemîn a hilbijartinên bakurê Suriye lipaş ket
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakurê Sûriyeyê dema qonaxa sêyemîn a hilbijartinan lipaş xist.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakurê Sûriyeyê dema qonaxa sêyemîn a hilbijartinan lipaş xist.
Komîsyonê li bajarê Amûdê civînek li dar xist û di civînê de Hevseroka Encûmena Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif, û Hevserokên Komisyona bilind ên herêmên Cizîr û Firatê beşdar bûn.
Komîsyonê di dawiya civînê de daxuyaniyek da û tê de ragihand ku, wan dema hilbijartinên qonaxa sêyemîn a hilbijartin lipaş xisti ye, bêyî ku demê destnîşan bikin.