Qonaxa sêyemîn a hilbijartinên bakurê Suriye lipaş ket

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakurê Sûriyeyê dema qonaxa sêyemîn a hilbijartinan lipaş xist.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Komîsyona  Bilind a Hilbijartinan a Bakurê Sûriyeyê dema qonaxa sêyemîn a hilbijartinan lipaş xist.

Komîsyonê li bajarê Amûdê  civînek li dar xist û di civînê de Hevseroka Encûmena  Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif, û Hevserokên Komisyona  bilind ên herêmên Cizîr û Firatê beşdar bûn.

Komîsyonê di dawiya civînê de daxuyaniyek da  û tê de ragihand ku, wan dema hilbijartinên qonaxa sêyemîn a hilbijartin lipaş xisti ye, bêyî ku demê destnîşan bikin.