Macron carek din tekêzî liser diyaloga Hewlêr û Bexdayê kir

Macron got, pêwîst e mîlîşyatên Iraqî jî, çekan deynin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di gotara taybet bi sala nû, Serokê Fransayê Emmanuel Macron tekez kir ku, Fransa berdewam dibe di rola navbênkarî, alîkarî, handana aramî û aştiya navdewletî tevlî cudahiyan.

Macron got, wan di sala borî de hewl daye aramî vegere Iraqê û divê piştî çend mehên din rewşa siyasî bi temamî vegere wek berê. Hilbijartin de dema xwe de pêk werin û diyaloga ciddî di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de destpê bike.

Macron got jî, pêwîst e mîlîşyatên Iraqî çekan deynin.