Ehmet Xatemî: Îranê nehêşt “Îsraîla duyem” dirust bibe

Di gotara nimêja înê ya îro de, Ehmed Xatemî li Taranê ragihand, Komara Îslamî ya Îranê nehêşt “Îsraîla duyem” dirust bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di gotara nimêja înê ya îro de, Ehmed Xatemî li Taranê ragihand, Komara Îslamî ya Îranê nehêşt “Îsraîla duyem” dirust bibe.

Gotarbêjê Îranê Ehmet Xatemî gotara xwe ya nimêja Înê li Taranê ji bo bûyerên Îranê terxan kir û got: “Tiştê dibe, ji kînên Amerîka ye. Di civaka navdewletî de Amerîka berdewam hatiye şikestin.”

Got jî: “Amerîka bi xwe DAIŞ dirust kir û got rizgarkirina Mûsilê ji 10 sal ta 30 salî pê pêwîst e, lê Îranê di heşt mehan de DAIŞ li Mûsilê jinav bir.”

Di dirêjahiya gotara xwe, Ehmed Xatemî behsa referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona bûrî de kir û got: “Dixwastin Îsraîleke nû dirust bikin, lê hêza ku nehêşt Îsraîl dirust bibe, Îran bû.”

Di beşeke din de, Ehmed Xatemî Hewlêr tometbar kir û got: “Tiştê ku dixwazin niha bikin, beşek ji kînên Amerîkayê ye. Çêroka wê ew e, Siûdiye pereyan dide û li Amerîka plan hat dariştin û biryar bû Amerîka ji Hîrat û Hewlêrê çek ve çek derbasî Îranê bike û di meha Çileya bûrî de, bidawî bû.”

Derbarê Iraq û Sûriyê de jî got: “Amnerîka gelek pereyên xwe xerc dike, ji bo Iraq di destê wan de be, lê niha ew plan nebû, li Sûriyê jî nekarîn wê plane biser bixe.”