Erdogan li Parisê bi protestoyan hate pêşwazîkirin

Seredana Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bo Parisê, li Fransayê ji alî gelek rêxistinê mafên mirov û sivîl-demokrat ve hate protesto kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Seredana Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bo Parisê, li Fransayê ji alî gelek rêxistinê mafên mirov û sivîl-demokrat ve hate protesto kirin.

Rêxistina Rojnamevanên sînornenas li pêş avahiya Balyozxaneya Tirkiyê li Parîsê, protestoyek girseyî li dij Erdogan lidar xistin. Xwepêşandaran wêneyên rojnamevanên li Tirkiye girtî hildan û Tirkiye bi girtîgeha rojnamevanan binav kirin.

Rêxistina navneteweyî ya feminist Femen jî, Erdogan wekî kujerê azadiyan protesto kirin. Çendîn jinên cilên xwe ji xwe kirî, li ser laşên xwe nivîsandin: Mafê Kurdan nas bike, Mafê jinan nas bike, Azadiyên mafên mirovî nas bike!