Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerikayê kir
Serokwezîrê hikumeta herêma Kurdistanê û balyozê Amerîka li Iraqê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê hikumeta herêma Kurdistanê û balyozê Amerîka li Iraqê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de dikin.
Di civînek, di navbeyna Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Sîlîman de, bi pêwîst zanîn ku, ew aramiya piştî nakokiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de dirust bûye bê pêşxistin, ta ku zemînê ji bo danûstandinên rasterast di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser binemayên Destûrê bê xweşkirin.
Di wê civînê de, Cîgirê Serokwezîrê hikumetê Qubad T,alebanî û şandeke dîplomasî yên digel Balyozê Amerîkayê, amadebûn. Behsa dawî pêngav û pêkanîna komîteyek ji aliyê Hikumeta herêma Kurdistanê, seredana Bexdayê û dîvçûna lîsta mûçexurên herêma Kurdistanê hat kirin.