Kusret Resûl vedigere Kurdistanê
Biryar e, îro Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl Elî ji piştî çend neştergerî û pişknîna tenduristî li derveyî welat, vegere Kurdistanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e, îro Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl Elî ji piştî çend neştergerî û pişknîna tenduristî li derveyî welat, vegere Kurdistanê.
Sekreterê Rojnamevanî yê Kusret Resûl, Mesûd Mela Hemze ji K24ê re ragihand, piştî ku çend li derveyî welat çend neştergerî û pişknîna tenduristî jê re hat kirin, îro Kusret Resûl ji Londonê vedigere Herêma Kurdistanê.
Got jî, niha rewşa tenduristî ya Kusret Resûl gelekî baş e û bijîşkan rê dan ku vegere Herêma Kurdistanê.
Ragihand jî, kusret Resûl di riya firokxaneya Silêmaniyê re vedigere Herêma Kurdistanê û ji aliyê endamên polîtburo, serkirdatî, kador, dost û alîgirên YNKê ve pêşwazî lê tê kirin, piştî gihêştina Silêmaniyê jî, serdana Polîtburoya YNKê dike.
Roja 11 Mijdara 2017an rewşa tenduristî ya Kusret Resûl têk çû û li nexweşxaneyê neştergeriyek jê re hate kirin, piştre ji bo nexweşxaneyeke Berlînê hate veguhastin û çend neştergerî û çendî pişknînên din jê re hatin kirin.