NY: 65 hezar kes li Şêx Meqsûd pêwîstiya wan bi alîkariyan hene

Netewên Yekbûyî derbarê rewşa taxa Şêx Meqsûd a Kurdan li Helebê de raporek belav kir û ragihand, nêzîkî 65 hezar kes li taxa Şêx Meqsûd pêwîstiya wan bi alîkariyên bilez hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekbûyî derbarê rewşa taxa Şêx Meqsûd a Kurdan li Helebê de raporek belav kir û ragihand, nêzîkî 65 hezar kes li taxa Şêx Meqsûd pêwîstiya wan bi alîkariyên bilez hene.

Netewên Yekbûyî duh di raporeke de belav kir, tîmên wan ji bo cara yekem ji destpêka şerê li Sûriyê ve karîn derbasî taxa Şêx Meqsûd bibin û da zanîn, nêzîkî 65 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in li taxa Şêx Meqsûd pêwîstiya wan bi alîkariyan hene.

Di raporê de hat, Sindoqa Netewên Yekgirtî ya ji no Rûniştvanan (UNFPA) bi hevkariya ligel Heyva Sor a Sûrî karî 2 tîmên bijîşkî yên gerok li wê taxê belav bikin û xizmetên bingehîn ên tenduristinê li rûniştvanên taxê belav bikin.

Raporta NY amaje bi xizmetguzariyên li Şêx Meqsûd kir û diyar kir, rewşa hemû riyên taxê gelekî xirab in, kehrebe nîn e û ji her 50 nexweşî re yek odeya tenduristê heye.

Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku wek taxa Kurdan tê nasîn, di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye, heta berî salekê her car ji aliyê grûpên opozîsyonê ve dihat topbarankirin, lê ji salekê û vir ve çekdarên opozîsyonê li gor rêkeftinekê ji Helebê derketibûn.   

Herwiha berî çend rojan hatibû belavkirin, ku hikûmeta Sûriyê digel YPGê li ser radestkirina wê taxê rêkeftiye, lê YPGê red kiribû ti daxuyaniyê li ser wê yekê bide.