Bombeyeke DAIŞê bi otombêleke serbazên Iraqî ve teqiya

Birîna wî efserî dijwar e û li gel herdu serbazên birîndar, bi mebesta dermankirinê, ji bo nexweşxaneyeke Diyale hatine veguhestin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ew bombeya vedayî, li gundê Lihêb yê ser bi bajarokê Qeretepe ve, bi otombêla serbazên Iraqî ve teqiya û di encamê de efserek bi pileya reqîb û du serbaz birîndar bûn.

Bi gotina wî berpirsê YNK, birîna wî efserî dijwar e û li gel herdu serbazên birîndar, bi mebesta dermankirinê, ji bo nexweşxaneyeke Diyale hatine veguhestin.

Gundê Lihêb ser bi bajarokê Qeretepe ve ye, 12 kîlometran dûrî rojhilatê wî bajarokî dikeve û tevî ku ew gund di bin kontrola artêşa Iraqê de ye, lê niha çekdarên DAIŞê çalakiyên xwe li wê deverê zêde kiriye.