Hikûmeta Tirkiyê dirêjkirina rewşa awarte û çend mijarên din gotûbêj dike
Herweha mijara rûbirûbûna terorê jî wê bê behskirin, ji bo wê armancê jî, her yek ji sererkanê Tirkiyê Xelûsî Akar û şêwirmendê MÎTê Hakan Fîdan jî wê beşdar bin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro civata wezîrên Tirkiyê bi beşdariya serokê wî welatî Recep Tayip Erdogan tê lidarxistin, di civînê de, pirsên dirêjkirina rewşa awarte û vegerandina wan kesên ji ber bikaranîna Baylokê ji kar hatine dûrxistin, wê bên gotûbêjkirin.
Herweha mijara rûbirûbûna terorê jî wê bê behskirin, ji bo wê armancê jî, her yek ji sererkanê Tirkiyê Xelûsî Akar û şêwirmendê MÎTê Hakan Fîdan jî wê beşdar bin.
Rewşa awarete li Tirkiyê piştî kudetaya serbazî ya 15ê Tîrmeha 2016an hatiye ragehandin û her ji sê mehan carekê tê dirêjkrin û biryar e di 19ê vê mehê de bidawî bê, ji ber vê yekê pêşbînî hene îro çarenivîsa wê yasayê yek alî bibe.