Perlemana Birîtanya civînekê derbarê êrîşên Heşdê û artêşa Iraqê li ser Kerkûkê lidar dixe
Wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn di Hikûmeta Birîtanî de ji bo wê civîna Perleman hatiye vexwendin
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî raporeke rojnameya The Guardian ya Birîtanî, biryar e sibe wê Perlemana Birîtanya, derbarê êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê û rola Birîtanya di wan bûyeran civînekê taybet lidar bixe.
Ji bo vê armancê jî wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn di Hikûmeta Birîtanî de ji bo wê civîna Perleman hatiye vexwendin.
Herweha rojnameyê li ser zimanê wezîrekî berê yê Birîtanya eşkere kiriye, ku bi awayekê nerasterê destê Birîtaniya di dagîrkirina Kerkûkê de heye û bi piştevanîkirina wê ji Hikûmeta Îraqê re di wê mijarê de, Kurdên hevpeymanên xwe lawaz kiriye û alîkariya Tehranê jî kiriye ku desthilata xwe li Iraqê berfirehtir bike.