Nêçîrvan Barzanî: Kengî Bexda ji guftûgoyan re amade be, em amade dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hene, lê ta niha demek ji bo serdana Enqerê nehatiye diyarkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Tirkiye cîraneke girîng a Herêma Kurdistanê ye û herdem ew daxwaza pêwendiyên baş ligel cîranên xwe dikin.

Derbarê hilbijartinên dahatûyî ya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ta niha nehatiye zanîn ku aliyek ne bi kirina hilbijartinan re be. Ew ligel Komisyona Bilind a Hilbijartinan re civiyane û wê bi ronî daxwaza pêwîstiyêm hilbijartinên dahatûyî kirin.

Diyar kir jî, diyarkirina roja hilbijartinan ji aliyê serokatiya hikûmet, parlemanto û komisyonê dibe û ji bo wê armancê jî, biryar e hefteya bê civînek derbarê wê de bê kirin, ji bo bikaribin rojekê ji hilbijartinan re diyar bikin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir jî, hilbijartin ji bo welatiyan, rewatiya herêmê û derketina ji vê rewşa niha girîng e û divê hilbijartin bê kirin.

Derbarê hûrgiliyên dahatiya petrolê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, kompanya Deloitte hûrbîniyên şeş mehên yekem yên sala 2017an temam kiriye û naveroka wê jî belav dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aşkere kir, proseya hûrbîniyê di destpêka hinardekirina petrolê dest pê dike, ku di meha Gulana 2014an de dest pê kiribû, piştî ku Bexdayê di meha Sibata 2014an de budceya Herêma Kurdistanê birîbû.

Derbarê daxuyaniya şêwimendekî Serokomarê Iraqê de, ku ragihandibû, Hewlêr û Bexda bersiva nameya Serokomar a ji bo guftûgoyê nedane, Nêçîrvan Barzanî aşkere ki, wan wek Herêma Kurdistanê bersiva nameya Serokomar dane û bi fermî amadehiya xwe ji bo guftûgoyê nîşan dane. Her demê Bexda ji guftûgoyan re amade be, ew jî amade dibin.