Li Almanya hewla terorkirina yarîzanekî Kurd hate kirin

Desthilata dadweriyê ya Almanyayê ragihand, wan lêpirsînek derbarê hewla terorkirina yarîzanekî topapê yê Kurd de vekirine, ku şeva bûrî rastî êrîşeke çekdarî hatibû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desthilata dadweriyê ya Almanyayê ragihand, wan lêpirsînek derbarê hewla terorkirina yarîzanekî topapê yê Kurd de vekirine, ku şeva bûrî rastî êrîşeke çekdarî hatibû.

Li gor malpera “Swissinfo” ew yarîzan bi navê Deniz Nakî ye û li Almanyayê jidayik bûye, bavê wî Kurdekî Bakurê Kurdistanê ye û temenê wî 28 salî ye. Dema ku li bajarê Duren a rojavayê Almanyayê otombîla xwe dajot, ji aliyê otombîleke reş ve gule bi ser de hat barandin. Lê ti ziyanek negihêşte wî.

Deniz Nakî ji rojnameya “Die Welt” a Almanî re got:“Eger hebû ku bimirima, ji ber ku gule li nêzîkî min ketin. Guleyek cama otombîlê şikand û guleyek din li nêzîkî otombîlê ket. ” got jî: “Metirseke mezin di jiyana xwe dît.”

Yarîzanê Kurd Deniz Nakî
Yarîzanê Kurd Deniz Nakî

Wî yarîzanê Kurd ji heftenameya “Der Spiegel” re got: “Bawer dikim, mebesteke siyasî li piştî wê bûyerê be. Ez bi berdewam ji aliyê Tirkiyê ve têm armanckirin, çûnku piştgiriya Kurd dikim.”

Dadgeheke Tirkiyê di Nîsana 2017an de bi hinceta piştevaniya terorê, sal û nîvek zîndan ceza li Deniz Nakî sepand.

Deniz Nakî (28 salî) di rêza hilbijardeyên gencên Almanyayê de dilîst, piştre di tîmên FC St. Pauli û Paderborn ên Almanya de list.

Nakî di tûra civakî de operasyonên hêzên ewlehiya Tirkiyê yên Bakurê Kurdistanê şermezar dike, dadgeha Tirkiyê jî cezayê zîndankirin bi ser de sepandibû.