Li 69 gundên Diyarbekirê qedexeya derketinê hat ragihandin

Qedexe ji îro ve destpê dike û heya fermaneke nû wê berdewam bike û ji welatiyan hatiye xwestin ku pêbendî hişyariyê bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li ser vê mijarê, parêzgeriya Diyarbekirê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de, li navçeyên Licê û Pasûrê li 69 gundan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Qedexe ji îro ve destpê dike û heya fermaneke nû wê berdewam bike û ji welatiyan hatiye xwestin ku pêbendî hişyariyê bin.