Erdogan: Operasyona Mertala Firatê wê li Efrînê berdewam be

Daxuyaniyên Erdogan di demekê de ne, ku ev çendîn car e Amerîka pêbendiya xwe bi piştevaniya HSD û YPG li Rojavayê Kurdistanê tekez kiriye

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di civîna heftane ya partiya xwe de li nav hola Perlemana Tirkiyê tekez kir, ku operasyona Mertala Firatê wê li navçeyên Minbic û Efrînê berdewam be.

Erdogan got: “Niha dema hilweşandina projeya korîdora terorê ya YPGyê hatiye. Operasyona Mertala Firatê dê li Afrîn û Minbicê berdewam bike. Piştre jî dê hemû sînorên me bigihije aramî û ewlehiyê û dê ev pêvajo bidawî were. Di vê pêvajoyê de pêwîstiya me bi piştgiriya birayên me yên li navçeyê dijîn heye.”

Daxuyaniyên Erdogan di demekê de ne, ku ev çendîn car e Amerîka pêbendiya xwe bi piştevaniya HSD û YPG li Rojavayê Kurdistanê tekez kiriye û ev helwesta Amerîka bû ye yek ji xalên cihê nakokiyê di navbera herdu welatan de û pêwendiyên wan aloz kiriye.